Hewlêr (Rûdaw) - Supaya Pasdaran a Îranê ragihand ku Tengava Hurmuzê ya ku korîdora herî stratejîk a enerjiyê ya cîhanê ye bi temamî hatiye girtin.
Fermandar Îbrahîm Cebarî hişyarî da ku her keştiya ku hewl bide derbas bibe dê bibe hedef û bihayê petrolê dê derkeve 200 dolarî.
Li aliyê din, Îranê pêla 13emîn a êrişên li ser baregeha Amerîkayê ya li Kuweytê da destpêkirin.
Şêwirmendê Fermandarê Giştî yê Supaya Pasdaran a Îranê Îbrahîm Cebarî ji televîzyona fermî re axivî.
Cebarî bi awayekî fermî ragihand ku Tengava Hurmuzê ji bo hemû derbasbûnan hatiye girtin.
“Her keştiya ku derbas bibe dê were şewitandin”
Cebarî diyar kir ku li hemberî êrişên Amerîka û Îsraîlê wan biryar daye trafîka deryayî ya li herêmê bi temamî rawestînin û got:
