Hewlêr (Rûdaw) - Erebistana Siûdî ragihand ku li paytext Riyadê bi 2 dronan êrişî Balyozxaneya Amerîkayê hatiye kirin.
Wezareta Parastinê ya Erebistana Siûdî li ser mijarê daxuyaniyeke nivîskî belav kir.
Zerera madî çêbû
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku li gorî tesbitên destpêkê Balyozxaneya Amerîkayê ya li Riyadê rûbirûyî êrişa 2 dronan bûye.
Hat destnîşankirin ku di encama êrişê de li avahiyê şewateke biçûk derketiye û zerera madî çêbûye.
