Hewlêr (Rûdaw) - Supaya Pasdaran a Îranê ragihand ku wan li Tengava Hurmuzê li 10 tankerên petrolê xistiye.
Piştî destpêkirina êrişên Amerîka û Îsraîlê, Îranê li Tengava Hurmuzê "qedexeya derbasbûnê" ragihandibû.
Supaya Pasdaran da zanîn ku wan tankeran "bêyî ku guh bidin hişyariyan hewl dida di tengavê re derbas bibin."
Ajansa Nûçeyan a Farsê (nîvfermî) nûçeya xwe spart daxuyaniya Supaya Pasdaran a Îranê.
Di nûçeyê de hat destnîşankirin ku derbarê neewlebûna Tengava Hurmuzê de gelek caran hişyarî hatine dayîn.
Tevî van hişyariyan jî, zêdetirî 10 tankerên petrolê guh neda van hişyariyan.
