Hewlêr (Rûdaw) - Erebistana Siûdî, Îmarat, Behreyn, Urdin û Kuweytê ragihandin ku di nava çend saetên borî de rûbirûyî êrişên nû yên mûşekî û dronî yên Îranê bûne.
Erebistana Siûdî
Wezareta Parastinê ya Siûdiyeyê daxuyand ku wan mûşekekî balîstîk û 5 dronên ku arasteyî herêma rojhilat hatibûn kirin xistine xwarê.
Wezaretê Parastinê a Siûdiyeyê li ser zirarên êrişan hûrgulî neda.
Îmarat
Wezareta Parastinê ya Îmaratê ragihand ku parastina wan a asmanî rê li ber 19 mûşekên balîstîk û 26 dronan girtiye.
Li gorî amarên wezaretê, ji 28ê Sibatê ve wan bi giştî 457 mûşekên balîstîk, 19 mûşekên krûz û 2,038 dron xistine xwarê.
Hate eşkere kirin ku di van êrişan de du leşker û karmendek mirine, her wiha 9 welatiyên sivîl hatine kuştin û 191 kes jî birîndar bûne.
Behreyn
Fermandariya Giştî ya Artêşa Behreynê diyar kir ku ji destpêka êrişan ve wan 188 mûşek û 429 dron pûç kirine.
Tenê di nava 24 saetên borî de 2 mûşek û 10 dron hatine xistin. Fermandariyê daxwaz ji xelkê kir ku ji cihên zererdîtî û tiştên gumanbar dûr bikevin.
