Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Îsraîlê ragihand ku wan êrişên nû û berfireh birine ser Îranê.
Piştî vê daxuyaniyê li gelek bajarên Îranê dengê teqînan hat.
Hat diyarkirin ku li Şîraz û bajarê Urmiyeyê yê Rojhilatê Kurdistanê jî teqîn çêbûne.
Berdevka Artêşa Îsraîlê Ella Waweyayê ji ser hesabê xwe yê Xê daxuyaniyek da.
Wê da zanîn ku artêşê li dijî Îranê dest bi êrişeke nû kiriye.
"Me pêleke nû ya êrişan da destpêkirin"
Ella Waweyayê di daxuyaniya xwe de got:
"Hêzên Asmanî yên Îsraîlê beriya niha bi demeke kurt li dijî sîstemên parastinê, rampayên mûşekan û binesaziyên din ên Îranê pêleke nû ya êrişên berfireh da destpêkirin."
Piştî vê daxuyaniyê, li ser medyaya civakî dîmenên teqînên li Şîraz û Urmiyeyê û gelek cihên din belav bûn.
