Hewlêr (Rûdaw) - Îsraîlê êrişeke asmanî bir ser bajarokê Ermûnê yê li başûrê Beyrûta paytexta Libnanê.
Li gorî nûçeyên medyaya Libnanê, artêşa Îsraîlê li bajarokê Ermûnê avahiyek kiriye hedef.
Di encama êrişê de dengekî bihêz ê teqînê çêbûye û ew deng li Beyrûtê jî hatiye bihîstin.
Rayedarên Libnanê heta niha derbarê êrişê de ti daxuyaniya fermî nedaye.
Êriş didomin
Ajansa Nûçeyan a Fermî ya Libnanê (NNA) ragihand ku balafirên Îsraîlê bi şev êrişî herêmên Kefer Coz û Kefur ên li başûrê welêt jî kiriye.
