Hewlêr (Rûdaw) - Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku wan li keştiyeke Îranê xistiye ku dronan hildigire.
CENTCOMê li ser platforma medyaya civakî Xê dîmenên reş û spî yên kêliya lêdana keştiyê parve kirin.
Di daxuyaniya CENTCOMê de hat diyarkirin ku ew keştî "niha di nav êgir de ye."
"Mezinahiya wê bi qasî ya Şerê Cîhanê yê Duyem e"
Di parvekirinê de hûrgiliyên operasyonê hatin dayîn û wiha hat gotin:
"Hêzên Amerîkayê ji erkê binavkirina hemû hêzên deryayî yên Îranê bi paş ve gavan naavêjin.
Îro keştiyeke Îranê ya ku bi qasî keştiyên balafiran ên serdema Şerê Cîhanê yê Duyem mezin e û dronan hildigire bû hedef û niha di nav êgir de ye."
