Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê ragihand ku êrişên Amerîka û Îsraîlê yên li ser welatê wî "destdirêjiyeke bêsedem in."
Wî diyar kir ku ev êriş di dema dan û standinên dîplomatîk de hatine kirin.
Her wiha rexneyên tund li Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) girtin û got, "Hûn tenê ji bo aboriya cîhanê dilgiran in."
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Îsmaîl Beqayî, îro bersiv da peyama Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres.
Beqayî li ser hesabê xwe yê Xê wiha nivîsî:
"Tiştê ku diqewime ne şer e, destdirêjiyeke bêsedem e. Vê destdirêjiyê ji aliyê du welatên xwedî çekên atomî ve li dijî Îranê dest pê kiriye."
“Em di nava dan û standinan de bûn”
Beqayî amaje pê kir ku ew di nava dan û standinên "dîplomatîk ên cidî" de bûn.
Wî destnîşan kir ku di 9 mehên borî de ev cara duyem e ku Amerîka û Îsraîlê êrişî Îranê kiriye.
Rexneyên li Guterres
Berdevkê Wezareta Karên Derve rexne li helwesta Guterres girtin ku wî qala metirsiyên şer ên li ser aboriya cîhanê kiribû.
