Hewlêr (Rûdaw) - Erebistana Siûdî hişyariyeke dîplomatîk da Îranê.
Riyadê ragihand ku eger êrişên li ser tesîsên enerjiyê û xaka keyatiyê berdewam bikin, ew dê bersivê bidin û destûrê bidin hêzên Amerîkayê ku baregehên wan bi kar bînin.
Di şerê di navbera Îran û hevpeymaniya Amerîka-Îsraîlê de, aloziya herêmî gihiştiye qonaxeke nû ya dîplomatîk û leşkerî.
Li gorî nûçeya Reutersê ya ku xwe spartiye çavkaniyên payebilind, Riyadê bi zimanekî zelal peyama "êrişan rawestîne" gihandiye Tehranê.
Mercê Riyadê: Yan dîplomasî yan jî hevkariya leşkerî
Hat ragihandin ku Wezîrê Karên Derve yê Erebistana Siûdî Mîr Feysel bin Ferhan, di hevdîtina xwe ya bi hevtayê xwe yê Îranî Ebas Eraqçî re helwesta Siûdiyeyê bi eşkereyî nîşan daye.
Li gorî çavkaniyan, Mîr Feysel diyar kiriye ku keyatî û welatên din ên Kendavê heta niha di êrişên li dijî Îranê de qada xwe ya asmanî yan xaka xwe ji Amerîkayê re venekirine.
