Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Îsraîlê diyar kir ku di êrişeke li ser oteleke li Beyrûta paytexta Libnanê de, wan 5 fermandarên payebilind ên beşên Libnan û Filistînê yên ser bi Hêza Quds a Supaya Pasdaran a Îranê ve kuştine.
Artêşa Îsraîlê diyar kir ku hêzên wan ên deryayî bi hevahengiya îstîxbarata leşkerî, ew fermandarên payebilind di dema civîna wan a li nav oteleke Beyrûtê de kirine armanc.
Li gorî daxuyaniyê, Feyleqa Libnanê ya Hêza Quds wekî pireke pêwendiyê ya sereke di navbera Hizbulah û Îranê de kar dike û berpirsyarê hevahengiya çalakiyên li Libnanê bûye.
Li gorî gotina artêşa Îsraîlê, di nav kuştiyan de Majid Hesenî heye ku berpirsê veguhastina pereyan ji bo Hizbulah, Hemas û grûpên din ên çekdar bûye.
Her wiha hat eşkerekirin ku Majid Hesenî berpirsê hilberîna çekan jî bûye bo Hizbulahê.
