Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Îsraîlê radigihîne ku di pêla dawî ya êrişên wan ên li Îranê de, wan 400 cihên hestiyar bi serkeftî kirine armanc.
Artêşa Îsraîlê li ser torên civakî bi Farisî daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku wan di 24 demjimêrên borî de pêleke berfireh a êrişan li herêmên rojava û naverasta Îranê pêk aniye.
400 cihên hestiyar hatin bombebarankirin
Li gorî artêşa Îsraîlê, wan di êrişê de zêdetirî 400 cihên hestiyar ên wekî baregehên leşkerî, rafîneriyên petrolê û platformên mûşekan bi serkeftî kirine armanc.
