Hewlêr (Rûdaw) - Berpirsên Amerîka û Îsraîlê duşemê agahiyên li ser bipêşketineke balkêş wergirtin.
Di demekê de ku moleta Donald Trump ber bi dawiyê ve diçû, Mucteba Xameneyiyê kurê Rêberê berê yê Îranê Elî Xamineyî, cara yekem ji destpêka şer ve ferman da şandeya xwe ya dan û standinan ku ber bi peymanekê ve gavan biavêjin.
Dema ku Trump bi eşkereyî gefa sînorkirina Îranê dixwar, li pişt perdê nîşanên liv û tevgera dîplomatîk derketin holê.
Tevî vê yekê jî, heta kêliya ragihandina agirbestê, çavkaniyên nêzîkî Trump jî nedizanîn dê çi encam derkeve.
Malpera Axiosê ya Amerîkayê ragihand ku ev zanyarî ji aliyê berpirsekî Îsraîlî, berpirsekî Rojhilata Navîn û çavkaniyeke din a agahdar ve hatine piştrastkirin.
Amadekariyên ji bo operasyoneke mezin
Hêzên Amerîkayê yên li Rojhilata Navîn û berpirsên Pentagonê saetên dawî bi amadekariya operasyoneke mezin a asmanî ya li dijî binesaziya Îranê derbas kirin.
Berpirsekî parastinê yê Amerîkayê got: "Me nedizanî dê çi biqewime."
Di heman demê de hevalbendên Amerîkayê yên li herêmê ji bo tolhildaneke giran a Îranê amadehî dikirin.
Li nav Îranê jî hinek welatiyan ji ber tirsa êrişan ji malên malên derdiketin.
Destpêka çîrokê û rola navbeynkaran
Duşemê gava Trump li Koşka Spî di ahengekê de bû, nûnerê wî Steve Witkoff bi hêrs mijûlî telefonan bû.
Witkoff ji navbeynkaran re gotibû peşniyara 10 xalî ya ku Îranê şandiye "karesat e."
Ev bû destpêka rojeke pir aloz. Navbeynkarên Pakistanî reşnivîseke nû di navbera Witkoff û Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî de veguhast.
Wezîrên karên derve yên Misir û Tirkiyeyê jî hewl da wan valahiyan tije bikin.
Berî saet 12ê şeva duşemê, navbeynkaran razîbûna Amerîkayê ji bo peşniyara nû ya agirbesta duhefteyî bi dest xist.
Pişt re biryar ket destê Mucteba Xamineyî ku roja duşem û sêşemê bi awayekî çalak di proseyê de cih girt.
Rola nihênî ya Xamineyî
Beşdariya Rêberê Bilind bi awayekî nihênî û bi zehmetî bû. Ji ber gefên kuştinê yên ji aliyê Îsraîlê ve, Xamineyî tenê bi rêya nameyên nivîskî û nûneran têkilî datanî.
Du çavkaniyan diyar kir ku razîbûna Xamineyî ya ji bo peymanê "werçerxaneke mezin" bû.
Çavkaniya ji Rojhilata Navîn diyar kir ku Ebas Eraqçî di birêvebirina dan û standinan û qanîkirina fermandarên Supaya Pasdaran de roleke sereke lîstiye.
