Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Qeterê Şêx Mihemed bin Ebdulrehman El Sanî êrişên mûşekî û dronî yên Îranê yên li dijî welatên Kendavê wekî "şaşiyeke stratejîk" bi nav dike û dibêje, Tehranê bi van êrişan "xiyanet" li Qeterê kiriye.
Serokwezîrê Qeterê di yekem daxuyaniya xwe de piştî ku welatê wî bû armanca êrişên Îranê, ragihand ku herêm ketiye nav "qonaxeke gelekî zehmet" lê destxweşî li hêzên ewlehî û parastinê yên welatê xwe kir ji bo bersivdana êrişan.
"Em hest bi xiyanetê dikin"
Şêx Mihemed ku wekî yek ji navbeynkarên herî bibandor ên cîhanê ji bo çareserkirina qeyranên aloz tê naskirin, bi hêrs behsa helwesta Tehranê kir û got:
"Em hest bi xiyaneteke mezin dikin. Tenê saetek piştî destpêkirina şer, êrişî Qeter û welatên din ên Kendavê hat kirin, di demekê de ku me bi zelalî ragihandibû em nabin beşek ji ti şerekî li dijî cîranên xwe."
Van gotinên Qeterê yên li dijî Îranê di demekê de ne ku Doheyê tim wekî pireke dîplomatîk di navbera Tehran û cîhanê de kar kiriye lê niha ew pêwendî bi temamî ketiye nav aloziyê.
Serokwezîrê Qeterê got, "Me tim hewl da em pêwendiyeke me baş bi Îranê re hebe lê ew hincetên ku ji bo êrişkirina ser me bi kar tînin, bi hemû awayî tên redkirin."
Serokwezîrê Qeterê Îran bi wê yekê tohmetbar kir ku bi zanebûn binesaziya sivîl kiriye armanc û got:
"Ji sedî 25ê êrişên ji bo ser dezgehên sivîl bûn; balafirxaneyên navneteweyî, stasyonên avê û dezgehên gazê hatin armanckirin.
