Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan bi telefonê li gel Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan axivî.
Di daxuyaniya ku ji aliyê Serokkomariya Îranê ve hatiye belavkirin de, Pizîşkiyan destnîşan kir ku ew êrişên mûşekî red dikin û amade ne tîmeke lêkolînê ya hevpar ava bikin.
Pizîşkiyan di hevdîtinê de diyar kir ku Îsraîl û Amerîka hewl didin di navbera Îran û welatên cîran de nakokiyan derxînin û dezgehên medyayî yên ser bi wan ve îdiayên bi vî rengî belav dikin ku qaşo Îranê bi mûşekan êrişî Tirkiyeyê kiriye.
Wezareta Parastina Neteweyî ya Tirkiyeyê (MSB) derbarê mûşeka balîstîk a ku ji Îranê hatibû avêtin û di qada hewayî ya Tirkiyeyê de hatibû bêbandorkirin de daxuyaniyek dabû û tê de gotibû, "Hin parçeyên cebilxaneyê li Dîlokê ketine nava zeviyên vala.
Di bûyerê de ti ziyaneke canî yan jî birîndarbûn çênebûye."
Piştgirî bo Herêma Kurdistanê
Erdogan bal kişand ser helwesta serkirdeyên Herêma Kurdistanê ya li hemberî şer û ev tişt gotin:
"Em daxuyaniyên birayên xwe yên li Herêma Kurdistanê ya Îraqê bi kêfxweşî pêşwazî dikin û ji dil bawer in ku ew dê neyên vê lîstikê.
Divê ti kes hesabên şaş neke û nekeve xefika tora komkujiyê ya Siyonîst ku dixwaze bira bi bira bide kuştin.
Ez careke din tekez dikim ku em li hemberî her cure senaryoyekê ne ku pêvajoya me ya Tirkiyeya bê error asteng bike û derbeyê li aramî û paşeroja herêma me bixe.”
