Hewlêr (Rûdaw) - Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Şaredariya Yattayê ya li bajarê Xelîlê (Hebron) yê Filistînê bûn "Bajarên Destebira."
Ji ber şert û mercên şer ên li herêmê û astengiyên çûn û hatinê, aliyan nekarî werin ba hev.
Wan ev peyman bi rêya platformeke dîjîtal û bi merasîmeke îmzekirinê pêk anî.
Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, Şaredarê Yattayê Jamil Awad, Berpirsê Beşa Plansaziya Stratejîk Iyad Hemad û endamên meclîsê tevlî hevdîtinê bûn.
Şaredarê Yattayê Jamil Awad di merasîmê de axivî û destnîşan kir ku gelên Kurd û Filistînê di pêvajoyên dîrokî û zehmetiyên mîna hev re derbas bûne.
Jamil Awad diyar kir ku ev wekhevî di navbera her du gelan de girêdaneke xwezayî ava dike.
Awad anî ziman ku peymana hatiye îmzekirin dê van pêwendiyan bi awayekî fermî û sazî bike.
"Hatina aramiyê xwedî girîngiyeke jiyanî ye"
Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun jî di hevdîtinê de peyamên aştiyê dan.
Hevserokan diyar kir ku hatina aramiyê ya Rojhilata Navîn, hem ji bo Kurdan hem jî ji bo Filistîniyan xwedî girîngiyeke jiyanî ye.
