Hewlêr (Rûdaw) - Ji ber guvaş û gefên Îranê yên ji bo girtina Tengava Hurmizê, welatên Konseya Hevkariyê ya Kendavê berê xwe da rêyên alternatîv ên veguhastinê.
Wan welatan ji bo dabînkirina pêdiviyên bazirganî û xwarinê dest bi girtina tedbîrên tund kir.
Îranê 2yê Adarê gef xwar ku her keştiya ku hewl bide di Tengava Hurmizê re derbas bibe dê bikin hedef.
Ev wekî beşek ji bersiva êrişên Amerîka û Îsraîlê ye ku ji 28ê Sibatê ve didomin.
Her wiha, Îran êrişî wan cihan dike ku wekî baregeh û berjewendiyên Amerîkayê yên li welatên Kendavê, Îraq, Herêma Kurdistanê û Urdinê dibîne.
Lê hinek ji wan êrişan bûne sedema kuştin û birîndarbûna mirovan û zerer gihandiye saziyên sivîl û binesaziya enerjiyê.
Konseya Hevkariyê ya Kendavê ji şeş welatan pêk tê: Erebistana Siûdî, Îmarat, Behreyn, Qeter, Kuweyt û Uman.
Ev her şeş welat nêzîkî ji sedî 85ê pêdiviyên xwe yên xwarinê hawirde dikin (ji welatên din dikirin).
Sedema vê yekê jî kêmbûna zeviyên çandiniyê û çavkaniyên avê ye.
Hawirdekirina xwarinê ya welatên Kendavê pişta xwe bi toreke berfireh a zincîra dabînkirinê ya cîhanî ve girê daye.
Veguhastina deryayî ya di Tengava Hurmizê re rêya sereke ye.
Li gorî daneyên kompanyaya "Kpler"ê, welatên Kendavê sala 2025an nêzîkî 30 milyon tonan dexl û dan hawirde kiriye ku piraniya wê di Tengava Hurmizê re bûye.
Rêyên alternatîv
Piştî gefa girtina Tengava Hurmizê, çar welatên Kendavê ragihand ku wan ji bo veguhastina kel û pelan rêyên alternatîfv ên deryayî, bejahî û hesinî dabîn kirine.
Uman
Wezareta Veguhastinê ragihand ku sektora veguhastina bejahî amade ye.
Ew dê kel û pelan di benderên Umanê re ber bi welatên din ên konseya Hevkariyê ya Kendavê ve veguhêzin.
Îmarat
Nivîsgeha Ragihandinê ya Îmaratê diyar kir ku kompanyaya trênan a Îtihadê veguhastina kel û pelan a bi rêya tora hêla hesinî didomîne.
Ev yek ji bo berdewamiya tevgera bazirganiyê dibe alîkar.
