Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Îsraîlê li navenda Beyrûta paytexta Libnanê êrişî avahiyekê kir.
Li gorî nûçeya ajansa nûçeyan a fermî ya Libnanê (NNA), balafirên şer ên Îsraîlê li herêma Ayîşe Bekkarê ya li navenda Beyrûtê, daîreyeke li avahiyeke pirtebeqî kir hedef.
Di nûçeyê de hat diyarkirin ku di encama êrişa asmanî de zerer gihiştiye avahiyê û derdora wê.
Lê belê hîn derbarê windahiyên canî ti agahî nehatine parvekirin.
Di dîmenên ku li ser medyaya civakî hatine belavkirin de tê dîtin ku piştî êrişê xisareke zêde li avahiyê û herêmê çêbûye.
Êrişên Îsraîlê yên li ser Libnanê
Artêşa Îsraîlê 2yê Adarê ragihandibû ku ji Libnanê mûşek berdane axa wan.
