Hewlêr (Rûdaw) - Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku li nêzîkî Tengava Hurmizê 16 keştiyên mayînraxistinê yên Îranê hatine îmhakirin.
CENTCOMê li ser hesabê xwe yê Xê derbarê êrişên li ser keştiyên şer ên Îranê daxuyanî da.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Amerîkayê doh li nêzîkî Tengava Hurmizê, li gel 16 keştiyên raxistina mayînan, gelek keştiyên şer ên Îranê jî tune kirine.
Êrişên Amerîka û Îsraîlê yên li ser Îranê
Îsraîl û Amerîkayê 28ê Sibatê dest bi êrişa leşkerî ya li ser Îranê kir.
Îranê jî bersiv da û ji bilî Îsraîlê, êrişî hinek armancên li welatên herêmê kir.
