<ms-cmark-node><ms-cmark-node>Hewlêr (Rûdaw)</ms-cmark-node></ms-cmark-node> - 24 saetên din, şerê Îranê yê li gel Amerîka û Îsraîlê hefteya duyemîn temam dike û derbasî hefteya sêyemîn dibe.
Hîn jî êrişên li dijî welatên Kendavê û herêmê di asta herî bilind de ne lê pergalên parastinê yên wan welatan êrişan pûç dikin.
Erebistana Siûdî
Wezareta Parastinê ya Erebistana Siûdî îro ragihand:
"Du dron hatin têkbirin û xistin ku ber bi qada petrolê ya Şeybeyê ve hatibûn arastekirin. Dron li çolê hatin xistin."
Wezareta Parastinê ya Erebistana Siûdî berê sibeha îro her wiha ragihand, "Du dronên din jî hatin xistin.
Yek ji wan ber bi herêm û cihê balyozxaneyan ve û ya din jî ber bi rojhilatê Erebistana Siûdî ve hatibû arastekirin."
Erebistana Siûdî di nava 13 rojan de zêdetirî 115 dron û 10 mûşekên Îranê têk birin.
Wezareta Parastinê ya Erebistana Siûdiyê 11ê Adara 2026an di zincîreyek daxuyaniyan de têkbirina 7 mûşekên Îranê ragihand û got:
"Şeş ji wan mûşekan ber bi Baregeha Asmanî ya Emîr Siltan a li parêzgeha Xerecê ve hatin avêtin û mûşeka heftem jî ber bi navçeyên rojhilatê Erebistana Siûdiyê ve hat avêtin."
Uman: Karvedana tund a êrişa li ser Selaleyê
Yek ji êrişên herî berbiçav ên 24 saetên borî êrişa droneke bombebarkirî ya li ser depoya petrolê ya li Bendera Selaleyê bû ku bû sedema karvedaneke tund a welatên Kendavê.
Îran dibêje êriş gumanbar e û ew lêkolînê li ser dikin, lê welatên Kendavê tiliya tohmetê dirêjî Îranê dikin ku êrişî wî welatî jî kiriye ku di warê pêwendiyên dîplomatîk de ji hemûyan nêzîktirî wê ye.
Umanê di 13 rojên borî de rûbirûyî 15 dronên Îranê bûye û piraniya wan hatine xistin.
Îmaratê zêdetirî 50 mûşek û dron têk birin
Di nava hemû welatên Kendavê de Îmarat rûbirûyî zêdetirîn êrişan bûye.
Pêleke dron û mûşekan ber bi wî welatî ve çû. Bi awayekî ku 6 mûşekên balîstîk, li gel 7 mûşekên krûzê û 39 dron hatin têkbirin.
Ev hemû tenê roja çarşemê ber bi Îmaratê ve hatin avêtin.
Bi vî awayî di nava 13 rojan de bi giştî zêdetirî hezar û 500 dron, 270 mûşekên balîstîk û 15 mûşekên krûzê ber bi Îmaratê ve hatin arastekirin.
Ev di nava hemû welatan de zêdetirîn e ku ber bi welatekî ve hatibe arastekirin.
