Hewlêr (Rûdaw) - Tengava Hurmizê wekî şahdamara aboriya cîhanê û bazara enerjiyê tê dîtin lê niha ew li navenda aloziyên herêmê ye.
Bi destpêkirina şerê dawî yê Amerîka û Îsraîlê yê li dijî Îranê re gefa girtina vê rêya avî ji sloganeke siyasî veguherî rastiyeke qadî.
Ahdamara enerjiyê di bin metirsiyê de ye
Tengava Hurmizê, li cîhanê xala herî mezin a veguhastina petrolê ye.
Li gorî amarên Saziya Agahdariya Enerjiyê ya Amerîkayê, rojane nêzîkî 20 milyon bermîlan petrola xav di vê tengavê re derbas dibe.
Ev jî ji sedî 20ê tevahiya petrolê pêk tîne ku li cîhanê tê hilberîn.
Ji xeynî petrolê, salane zêdetirî 80 milyon tonî gaza xwezayî di vê rêyê re tê veguhastin ku piraniya wê ji Qeterê ber bi Asya û Ewropayê ve diçe.
Ev tengav ji bo welatên Asyayê, meseleya "man û nemanê" ye çimkî ji sedî 75ê petrola ku di vir re derbas dibe, ber bi bazarên Çîn, Hindistan, Japonya û Koreya Başûr ve diçe.
Her cure rawestîna li vê tengavê tê wateya rawestîna çerxa aborî ya cîhanê.
Kî Hurmizê kontrol dike?
Ji aliyê cografî ve, Îran li ser tengavê xwedî serdestiyeke temam e.
Qeraxên wê yên dirêj û hebûna giravên stratejîk ên wekî "Ebû Mûsa" û "Tumbên Mezin û Biçûk" derfetê didin Supaya Pasdaran ku çavdêriya hûrgilî ya tevgera keştiyan bikin.
Tehranê gelek pergalên mûşekî yên dijî keştiyan û dronan li qeraxên deryayê bi cih kirine.
Li hêla din, Amerîka bi rêya Fermandariya Navendî (CENTCOMyê) û Hêza Deryayî ya Pêncem, wekî parêzvana sereke ya azadiya deryavaniyê ya li herêmê kar dike.
Amerîka û Îsraîlê di vî şerî de zerereke mezin daye hêza deryayî ya Îranê lê Tehran ji bo sepandina serdestiya xwe serî li "têkdana lojîstîk", danîna mayînan û bikaranîna dronên xwekuj dide.
"Derbasbûna bêguneh" yan "transît"?
Pêgeha yasayî ya Tengava Hurmizê yek ji mijarên herî aloz e.
