Hewlêr (Rûdaw) - Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Komara Îslamî ya Îranê li ser gera duyem a dan û standinên rûbirû gotûbêjan dikin.
Armanc gihîştina rêkeftineke dawî ye ji bo rawestandina şerê şeş hefteyên borî berî ku dema agirbesta demkî biqede.
Du berpirsên Amerîkî û dîplomatekî welatên navbeynkar ji ajansa APyê re ragihand ku Washington û Tehran li ser destpêkirina gera duyem a gotûbêjan li hev kiriye.
Her çend hîn biryara dawî li ser cihê civînê nehatiye dayîn jî, bajarê Îslamabadê yê Pakistanê û Cenevreya Swîsreyê wekî du bijardeyên sereke tên nîqaşkirin.
Çavkanî amaje bi wê yekê dikin ku eger heye roja pêncşemê 16ê Nîsana 2026an gotûbêj dest pê bikin.
Alîkarê Serokê Amerîkayê JD Vance di hevpeyvîneke nû de li gel kanala Fox Newsê ragihand ku di gotûbêjên Îslamabadê de "bipêşketineke baş" li ser pirsa atomî pêk hatiye.
Vance eşkere kir ku Amerîka li ser veguhastina kerekestên atomî bo derveyî Îranê û danîna mekanîzmayekê ji bo rêgirtina li dewlemendkirina uranyumê di paşerojê de bi biryar e.
Vance di berdewamiyê de got, "Îranî ber bi mercên me ve livîn lê nûnerên wan nekarîn rêkeftinê mohr bikin çimkî pêdiviya wan bi razîbûna serkirdayetiya Tehranê hebû."
