Hewlêr (Rûdaw) - Sekreterê Giştî yê Rêxistina Deryayî ya Neteweyên Yekbûyî ragihand ku mafê yasayî yê ti welatan nîne ku rê li ber çûn û hatina keştiyan a li Tengava Hurmizê bigire.
Ew herwiha diyar dike ku wergirtina "bacê" ya ji keştiyan ji aliyê Îranê ve kiryareke metirsîdar e.
Li gorî wî ev pêngav binpêkirina yasayên navneteweyî ye.
Sekreterê Giştî yê Rêxistina Deryayî ya Navneteweyî (IMO) Arsenio Dominguez doh konfêranseke rojnamegerî li dar xist.
Arsenio Dominguez got, "Li gorî yasayên navneteweyî, mafê ti welatan nîne ku rê li ber derbasbûna azadiya geşta deryayî bigire.
Ev yek ji bo wan tengavên navneteweyî derbas dibe ku ji bo transîta cîhanî tên bikaranîn."
"Wergirtina pereyan kiryareke metirsîdar e"
Komara Îslamî ya Îranê piştî şerê bi Îsraîl û Amerîkayê re, Tengava Hurmizê girt.
Sekreterê Rêxistina Deryayî amaje bi girtina tengavê kir.
Wî da zanîn ku wergirtina pereyan a ji keştiyan ji aliyê Îranê ve li beramberî rêpêdana derbasbûna wan, kiryareke metirsîdar e.
