Hewlêr (Rûdaw) - Ofîsa Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu îdiayên derbarê suîqesta li hemberî wî de bi tundî red kirin.
Di medyaya civakî de dihat îdiakirin ku Îranê wekî bersiva êrişên Amerîka û Îsraîlê suîqest li Netanyahu kiriye.
Ofîsa Serokwezîriya Îsraîlê pirsên nûçegihanê Ajansa Anadoluyê (AA) bersivandin.
Ofîsê diyar kir ku îdiayên bi rengê "Netanyahu rastî suîqestê hatiye" nûçeyên bêbingeh in.
Di daxuyaniya ofîsê de hat gotin, "Ev nûçeyên sexte ne, rewşa Serokwezîr baş e."
