Hewlêr (Rûdaw) - Fermandarê Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) Brad Cooper ragihand ku hêzên Amerîkayê dorpêça deryayî ya li ser benderên Îranê bi kapasîteyeke tam xistiye warê bicihkirinê.
Brad Cooper herwiha diyar kir ku Amerîkayê serdestiya xwe ya deryayî ya li herêmê îspat kiriye.
"Hîn 36 saet derbas nebûne"
Li gorî gotina Amîral Brad Cooper, hîn 36 saet di ser ragihandina dorpêçê re derbas nebûne lê hêzên Amerîkayê bi temamî rê li ber hemû çalakiyên bazirganî girt ku bi rêya deryayê diçin Îranê an jî ji benderên wî welatî derdikevin.
"Dê aboriya Îranê felc bibe"
Fermandarê CENTCOMê bal kişand ser wê yekê ku nêzîkî ji sedî 90ê aboriya Îranê li ser bazirganiya deryayî ya navneteweyî ava bûye.
