Hewlêr (Rûdaw) - Berpirsên Amerîkayê dibêjin ku Pentagon dê di rojên pêş de bi hezaran leşkerên din bişîne Rojhilata Navîn.
Ev pêngava birêvebiriya Donald Trump wekî guşarekê ye li ser Tehranê.
Armanc ew e ku Îranê neçar bike peymanekê qebûl bike da ku şerê çend hefteyî yê herêmê bi dawî bibe.
Şandina hêzên nû û 3 keştiyên balafirhilgir
Li gorî zanyariyên berpirsên leşkerî yên ku dane rojnameya Washington Postê, ew hêzên nû ji 6 hezar leşkerên li ser keştiya balafirhilgir a USS George H.W. Bushê û 4 hezar û 200 leşkerên Yekîneya 11an a Hêzên Deryayî (Marine) yên li ser keştiyên koma Boxerê pêk tên.
Ev hêz dê tevlî wan 50 hezar leşkerên Amerîkayê bibin ku di hefteyên borî de beşdarî operasyonên li dijî Îranê bûne.
Bi gihîştina van hêzan dê li herêmê 3 keştiyên balafirhilgir ên Amerîkayê hebin û ew keştî Lincoln, Ford û Bush in.
Dorpêça deryayî û Tengava Hurmizê
Serokê Amerîkayê Donald Trump roja yekşemê ji bo têkbirina aboriya Tehranê dorpêça deryayî bi ser hemû wan keştiyan de sepand ku diçin benderên Îranê an jî ji wir derdikevin.
Trump hewl dide Îranê neçar bike ku Tengava Hurmizê bi temamî vebike.
Ev tengav ji bo veguhastina petrola cîhanê rêyeke girîng e.
Her wiha Trump dixwaze Tehran bernameya xwe ya atomê bi dawî bike.
Berdevka Koşka Spî Karoline Leavitt diyar kir ku Trump bi awayekî zîrekane hemû vebijark li ser maseyê hiştine.
