Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Îsraîlê diyar kir ku wan li Balafirgeha Mehrabadê ya li Tehranê, balafira Rêberê Olî yê Îranê yê berê Elî Xamineyî kiriye hedef.
Artêşê di daxuyaniyeke nivîskî de destnîşan kir ku ew balafir berê ji aliyê Elî Xamineyî ve hatiye bikaranîn.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku balafira Xamineyî ya ku li Balafirgeha Mehrabadê hat armanckirin, ji aliyê berpirsên din ên pilebilind û personelên leşkerî yên Îranê ve jî him li navxwe him jî li derveyî welêt dihat bikaranîn.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku armanckirina vê balafirê dê şiyanên hevahengiya Îranê ya li gel "welatên tewereyê" qels bike.
Her wiha gef hat xwarin ku dê êriş bidomin.
Artêşa Îsraîlê berê jî Balafirgeha Mehrabadê kiribû hedef.
