Hewlêr (Rûdaw) - Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) diyar kir ku di maweyê 48 demjimêrên ewil ên dorpêça deryayî ya li ser Îranê de, wan karî 10 keştiyan neçar bikin ku vegerin benderên wî welatî û ji destpêka dorpêçê ve ti keştî derbas nebûye.
CENTCOMê li ser tora civakî Xê amaje bi wê yekê kir ku neh keştî bi hişyariyê vegeriyane lê keştiya dehem bi rêya keştiyeke şer a Amerîkayê ya mûşekhilgir bi zorê arasteya wê ber bi navxweyî Îranê ve hatiye guhertin.
Tevî daxuyaniya fermî ya artêşa Amerîkayê jî, amarên çavdêriya keştîvaniyê yên ku roja sêşemê hatin belavkirin, wêneyekî cuda nîşan didin.
Li gorî wan zanyariyan, herî kêm 3 keştiyên ku ji benderên Îranê bi rê ketibûn, karîne di Tengava Hurmizê re derbas bibin, her çend hinek ji wan paşê vegeriyabin jî.
