Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu gefa berfirehkirina êrişên li ser Sûriyeyê xwar û ragihand ku ev yek "girêdayî helwesta rêveberiya Şamê ye."
Li parêzgeha Siwêdayê ya ku piraniya şêniyên wê Durzî ne di rojên borî de di navbera komên çekdar ên Durzî û eşîrên Ereb ên Bedewî de pevçûnên dijwar derketin.
Hikûmeta Sûriyeyê ji bo kontrolkirina rewşê hêzên artêşê şandin herêmê.
Li gorî daxuyaniya Ofîsa Serokwezîrtiya Îsraîlê, Benjamin Netanyahu çû cem yekîneyeke artêşa Îsraîlê ya li Geliyê Urdinê.
Netanyahu di axaftina xwe ya li wir de diyar kir ku ew li Sûriyeyê çalak in û got ku "divê ew başûrrojavayê Sûriyeyê bê çek bikin."
Netanyahu da zanîn ku ew dê rê nedin Sûriye bibe "Libnaneke duyemîn ji bo Îsraîlê."
