Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu peyameke nû da xelkê Îranê.
Netanyahu ji Îraniyan re got, "Derkevin kolanan, em dê we biparêzin."
Ofîsa Serokwezîriya Îsraîlê daxuyaniyek belav kir.
Li gorî daxuyaniyê, Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu li Tel Evîvê bi berpirsên payebilind ên ewlehiyê re civiya.
Civîn Wezareta Parastinê ya Îsraîlê hat lidarxistin.
Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Israel Katz, Sererkan Eyal Zamir û Dîrektorê MOSSADê David Barnea jî di civînê de amade bûn.
Qala kuştina berpirsan kir
Netanyahu di axaftina xwe de qala suîqestên dawî kir.
Wî êrişên li dijî Konseya Bilind a Ewlehiya Niştimanî ya Îranê kuştina Elî Larîcanî û Fermandarê Hêzên Besîcê yê Îranê Xulamreza Silêmanî bi bîr xistin.
