Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Israel Katz got, “Me Wezîrê Îtlaetê yê Îranê Îsmaîl Xetîb kuşt.”
Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Israel Katz peyameke vîdeoyî belav kir û tê de qala operasyonên dawî yên li Îranê kir.
Israel Katz da zanîn ku wan Wezîrê Îtlaetê yê Îranê Îsmaîl Xetîb kuştiye.
Îranê heta niha li ser mijarê tiştek negotiye.
Doh jî Sekreterê Konseya Bilind a Ewlehiya Niştimanî ya Îranê Elî Larîcanî, kurê wî Murteza, Alîkarê Ewlehiyê yê Konseyê Elîreza Beyat û parêzvanên wî hatibûn kuştin.
Fermandarê Hêzên Besîcê yê Îranê Xulamreza Silêmanî jî doh hatibû kuştin.
Îsraîlê kuştina wan ragihandibû û Îranê jî kuştina van piştrast kiribû.
