Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî daneyên saziyên çavdêriya keştiyan, doh tenê keştiyek ji Kendavê di Tengava Hurmizê re derbas bûye.
Ev di demekê de ye ku beriya şerê Îranê, rojane 135 keştî di wê tengavê re derbas dibûn.
Ew keştiya ku derbas bûye navê wê "Niro" ye û keştiyeke Vîetnamî ye û berhemên petrolê hildigire.
Beriya niha ji ber veguhastina petrola Rûsyayê, ji aliyê Brîtanyayê ve ceza li wê keştiyê hatibû birîn.
Her wiha du keştiyên din jî bi navên "Starway" û "Axon 1" ku berhemên petrokîmyayî û gaza şil (LPG) hildigirtin, ber bi Kendavê ve çûn.
Îranê careke din tengav girt
Îranê roja înê ji bo demeke kurt ragihandibû ku wê Tengava Hurmizê vekiriye.
