Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump diyar kir ku eger Îran Tengava Hurmizê veneke, ew dê stasyonên elektrîkê yên wî welatî bombebaran bike.
Trump diyar kir ku ev yek dê bibe sedema "rûxandineke temamî" ya Îranê û encama wê jî dê "bêhampa" be.
Trump îşev bi rêya telefonê bi kanala 13an a Îsraîlê re axivî.
Trump behsa ultîmatoma 48 saetan kir ku wî dabû Tehranê da ku Tengava Hurmizê veke.
Serokê Amerîkayê got, "Hûn dê di demeke nêzîk de encama vê ultîmatomê bibînin. Îran 47 sal in gelekî xerab bûye, niha ew cezayê ku heq kiriye distîne."
Donald Trump her wiha welatên NATOyê bi tundî rexne kir û ew wekî "tirsonek" bi nav kirin.
