Hewlêr (Rûdaw) – Wezareta Karên Derve ya Îranê Ebas Eraqçî û Serokerkanê Pakistanê Asim Munîr li ser agirbestê civiyan.
Wezareta Karên Derve ya Îranê ragihand ku wezîrê derve yê wî welatî di hevdîtinekê de bi Serokerkanê Pakistanê re qala rûdanên dawî yên agirbesta navbera Îran û Amerîkayê kiriye.
Wezareta Karên Derve ya Îranê îro şemiyê 25ê Nîsana 2026an daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî yê ku bi şandeyekê re li Îslamabadê ye, bi Serokerkanê Pakistanê Asim Munîr re civiya.
Hewldanên ji bo aştî û aramiyê
Li gorî daxuyaniyê, di hevdîtinê de behsa rûdanên dawî yên agirbestê û biyekcarî bidawîanîna şerê Amerîka û Îsraîlê yê bi Îranê re hatiye kirin.
Hat destnîşankirin ku Ebas Eraqçî û Asim Munîr ji bo "bihêzkirina aştî û aramiyê" ya li herêmê hevahengî kiriye.
Wezîrê Karên Derve yê Îranê ji ber rola hikûmeta Pakistanê û serokerkanê wî welatî ya di ragihandina agirbestê û bidawîanîna şer de spasiya wan kir.
