Hewlêr (Rûdaw) - Sibehê zû careke din barana mûşekên Îranê Îsraîl kir hedef.
Li gorî medyaya Îsraîlê, li herêmên navendî, li Qudisê û li hinek deverên bakur zengilên hişyariyê lê daye.
Di encama van êrişan de birîndar hene û zererên madî çêbûne.
Zengilên hişyariyê
Rojnameya Yedioth Ahronothê ya Îsraîlê ragihand ku ji Îranê ber bi navenda Îsraîlê û Qudisê ve mûşek hatine berdan.
Zengilên metirsiyê yên ji bo mûşek û roketan li herêmên navendî, li Qudisê û li hinek deverên Şerîeya Rojava lê da.
Her wiha li bakurê welêt, li bajarokên Ortal û Eyn Zivanê yên li Girên Golanê û li deverên Gonen, Lehavot HaBashan û Shamir ên Celîleyê gel hat hişyarkirin.
Mûşekên komikî hatin bikaranîn
Di nûçeyê de hat îdiakirin ku di vê êrişa dawî de mûşekên komikî (cluster missiles) jî hatine bikaranîn.
Li herêma Sharonê dengê teqînên gelekî bihêz hat bihîstin.
