Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî nûçeya rojnameya Financial Timesê, Îmaratê ji hevalbendên xwe re ragihand ku ew amade ye di nav hêzeke deryayî ya navneteweyî de cih bigire da ku Tengava Hurmizê veke.
Her wiha, 4 jêderên agahdar ji ajansa Reutersê re eşkere kir ku Welatên Kendavê ji Amerîkayê re gotine; tenê bidawîkirina şer bes nîne û divê şiyana mûşekî û drona ya Îranê bi temamî were sînordarkirin.
Avakirina 'Hêza Parastina Hurmizê'
Îmaratê ji Amerîka û Welatên Rojava re ragihand ku ew dê ne tenê beşdar bibe lê belê hêza xwe ya deryayî jî ji bo vekirina tengavê bi kar bîne.
Jêderekî ji rojnameyê re got, "Armanc ne şerê li gel Îranê ye lê Îranê şerê aboriya cîhanê ragihandiye û divê cîhan helwestekê nîşan bide."
Îmarat û Behreyn niha li ser projebiryarekê li Encumena Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî dixebitin da ku rewayetiyê bidin vê hêza nû ya bi navê "Hêza Parastina Hurmizê.”
Armanca vê hêzê parastina keştiyan û şikandina wê ambargoyê ye ku bihayê petrolê bilind kiriye.
Wezîrê Pîşesaziya Îmaratê Siltan Cabir li Washingtonê bi Alîkarê Serokê Amerîkayê J.D. Vance re civiya û got, "Îranê Tengava Hurmizê kiriye rehîne û hemû cîhan baca wê dide."
Aştiyeke sade bes nîne
Balyozê Îmaratê yê li Amerîkayê Yousef Otaiba, di gotarekê de ji bo Wall Street Journalê nivîsî, "Tenê agirbesteke sade bes nîne.
Pêdiviya me bi encameke biryardar heye ku hemû gefên Îranê çareser bike, şiyana atomî, mûşek, dron, komên terorîst ên wekîl û girtina rêyên deryayî."
