Hewlêr (Rûdaw) - Hûsiyên Yemenê yên ku Îran piştgiriya wan dike, cara ewil piştî destpêkirina şerê Amerîka û Îsraîlê yê li dijî Îranê, bi mûşekên balîstîk êrişî Îsraîlê kirin.
Berdevkê Leşkerî yê Hûsiyan Yehya Serî ragihand ku wan bi mûşekên balîstîk "baregehên leşkerî yên giring" ên li başûrê Îsraîlê armanc kirine.
Serî di konferabsa rojnamegeriyê de got, "Heta ku êrişên li dijî Îran û hemû Eniyên Berxwedanê rawestin, em dê êrişên xwe bidomînin."
Artêşa Îsraîlê piştrast kir ku mûşekek ji Yemenê hatiye avêtin lê wan ew li asman pûç kiriye.
Di êrişê de ti zirarên canî çênebûne. Li bajarê Beerşeba û derdora navenda lêkolînên atomî zengilên hişyariyê hatin lêdan.
Vê gava Hûsiyan nîşan da ku şer ber bi hemû herêmê ve belav dibe.
Berê hevalbendên Îranê yên li Îraq û Libnanê tevlî şer bûbûn.
