Hewlêr (Rûdaw) - Ji dema ku Amerîka û Îsraîlê dest bi lêdana bi hezaran armancên li nav axa Îranê kiriye, bi bihayê milyaran dolarî kel û pel û çekên bipêşketî yên leşkerî yên Amerîkayê ji holê hatine rakirin yan jî ziyanên mezin dîtine.
Zêdetirî van ziyanên leşkerî ji ber mûşekên balîstîk û dronên Îranê yên bombebarkirî çêbûne.
Mesrefa sê hefteyên ewil ên şer
Berpirsa berê ya bilind a budceyê ya Pentagonê Elaine McCuskerê ji rojnameya Wall Street Journalê re ragihand, mesrefa ziyan û cihgirtina kel û pelên ji nav çûyî di sê hefteyên ewil ên şer de di navbera 1,4 milyar û 2,9 milyar dolaran de ye.
Pentagonê ji bo dagirtina van kêmasiyan û domandina operasyonan, daxwaza budceyeke temamker a 200 milyar dolarî ji Koşka Spî kiriye.
Balafirên şer û bûyerên qezayê
Di nava vê mehê de çendîn balafirên şer ên biha ketine xwarê yan jî têk çûne:
- 1ê Adarê, balafireke F/A-18 a Kuweytê bi xeletî sê balafirên F-15E yên Amerîkayê xistin xwarê. Bihayê her balafireke nû ya ji vî cureyî nêzîkî 100 milyon dolarî ye.
- 19ê Adarê, balafireke bipêşketî ya cureyê F-35A neçar ma ku bi awayekî awarte dakeve û Îran dibêje ku wan lê daye. Bihayê vê balafirê 82,5 milyon dolar e.
Balafirên sotemeniyê
12ê Adarê, du balafirên sotemeniyê yên cureyê KC-135 li esmanê Îraqê li hev qelibîn û 6 endamên tîmê mirin.
