Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Îsraîlê ragihand ku li başûrê Libnanê 6 leşkerên wan birîndar bûne û rewşa sisêyan giran e.
Di daxuyaniya artêşa Îsraîlê de hat diyarkirin ku Hizbulahê doh li başûrê Libnanê bi mûşekên dijîtank û dronan êrişî yekîneyên Îsraîlê kiriye.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku di êrişa bi mûşeka dijîtank a ku piştî nîvro li başûrê Libnanê leşkerên Îsraîlê kirin hedef de, 2 leşker bi giranî birîndar bûne.
Hat diyarkirin ku di êrişa bi dronan a ku Hizbulahê doh pêk anîbû de jî yek jê giran 3 leşker birîndar bûne.
Hat ragihandin ku ji ber "qezayeke operasyonî" ya li başûrê Libnanê ku artêşa Îsraîlê êrişên xwe yên bejayî didomîne jî leşkerek birîndar bûye.
Di daxuyaniyê de her wiha hat destnîşankirin ku leşkerên birîndar rakirine nexweşxaneyê û malbatên wan hatine agahdarkirin.
