Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku ji ber ku Îtalya û Spanya li dijî şerê li Îranê ne, dibe ku ew hêzên Amerîkayê ji wan her du welatên Ewropayê vekişîne.
Ev daxuyanî rojekê piştî ku wî pêşniyareke wekhev ji bo kêmkirina hêzên Amerîkayê yên li Almanyayê pêşkêş kiribû hat.
Serokê Amerîkayê Donald Trump li Ofîsa Oval a ku cihê xebata wî ye, pirsên rojnamegeran bersivandin.
Dema ku rojnamegeran pirs li ser wê yekê ji Trump kir ka ew li ser kêmkirina hejmara hêzên Amerîkayê yên li Spanya û Îtalyayê jî difikire yan na, wî di bersivê de got:
"Belê, dibe ku ez wî karî bikim.
Çima ez nekim? Îtalyayê alîkariya me nekir û Spanya jî gelekî xerab bû, bi temamî xerab bû."
Trump roja çarşemê ragihandibû ku Washington "mijûlî lêkolîn û pêdaçûna li ser îhtimala kêmkirina" hêzên Amerîkayê yên li Almanyayê ye û got ku ew dê di "demeke kurt de" li ser vê mijarê biryarê bide.
Hejmara leşkerên Amerîkayê yên li Ewropayê
Heta 31ê Kanûna Pêşîn a 2025an, hejmara leşkerên çalak ên Amerîkayê li Îtalyayê 12 hezar û 662 û li Spanyayê 3 hezar û 814 bûye.
