Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê hişyariya dawî da Tehranê û ragihand, yan divê Îran mercên peymanê qebûl bike da ku Tengava Hurmizê were vekirin yan jî dê rûbirûyî pêleke bombebaranên "destanî" bibe ku dê ji yên berê gelekî dijwartir be.
Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser hesabê xwe yê fermî yê platforma Truth Socialê diyar kir ku bidawîbûna operasyona "Xezeba Destanî" girêdayî wê yekê ye ka dê Îran mercên pêşwext qebûl bike an na.
Serokê Amerîkayê her wiha got ku eger Tehran bi mercan razî bibe, dê dorpêça deryayî ya "gelekî bibandor" bi dawî bibe û dê rê bê dayîn ku Tengava Hurmizê li ber hemû welatan, di nav de Îran jî, were vekirin.
Mercên hişk û dan û standin
Trump di heman demê de hişyarî da û anî zimên, "Eger Îran peymanê neke, dê bombebaran dîsa dest pê bikin û mixabin vê carê dê di ast û tundiyeke gelekî mezintir de bin."
Tehranê ji Washingtonê pêşniyareke "yekrûpelî" wergirtiye ku wekî çarçoveyekê ji bo çareserkirina pirsgirêkên hilawîstî tê dîtin.
Washington li bendê ye ku di nav 48 demjimêrên pêş de bersiva dawî ya Ereqçî û serkirdayetiya Tehranê ya li ser çend xalên hestiyar bi dest bixe.
Meyandina uranyumê
Ev reşnivîsa ku ji aliyê nûnerên Trump, Steve Witkoff û Jared Kushner ve tê gotûbêjkirin, çend mijarên sereke li xwe digire.
