Hewlêr (Rûdaw) - Amerîka û Komara Îslamî ya Îranê nêzîkî îmzekirina lihevtêgihiştineke yekrûpelî ne da ku dawî li şer bînin.
Malpera Axiosê ji zarê 4 berpirsên payebilind ên Amerîkayê ragihand ku Washington li benda bersiva Tehranê ye.
Bang li ser çend xalên sereke ye û eger heye ku di nava 48 demjimêrên pêşiya me de bipêşketineke mezin çêbibe.
Ev bipêşketin piştî wê yekê tê ku Serokê Amerîkayê Donald Trump îro berê sibehê di postekê de daxuyaniyek da.
Trump ragihand ku eger "Îran razî bibe wan tiştan bide yên ku me li ser wan li hev kiriye" dibe ku şer bi dawî bibe.
Trump her wiha amaje bi wê yekê kir ku eger Tehran razî bibe, dê Operasyona 'Xezeba Destanî' bi dawî bibe û dorpêça li ser Tengava Hurmizê were rakirin.
Trump hişyarî da û got, "Eger wisa nebe, dê bombebaran bi awayekî gelekî tundtir ji berê dest pê bike."
Di pêşniyara Amerîkayê de çi heye?
Li gorî zanyariyên Axios û Reutersê, ew pêşniyar lihevtêgihiştineke ji 14 xalan pêk tê ye.
Ev pêşniyar ji aliyê Nûnerê Taybet ê Trump Steve Witkoff û Şêwirmendê Trump Jared Kushner ve tê birêvebirin.
Xalên wê yên herî girîng ev in:
1. Dawîanîna şer û qonaxa veguhastinê: Ragihandina bidawîhatina fermî ya şer a li herêmê. Her wiha destpêkirina qonaxeke 30 rojî ya dan û standinên dijwar ji bo gihîştina peymaneke daîmî.
2. Vekirina Tengava Hurmizê: Rakirina sînordarkirina çûn ş hatina keştiyan a li Tengava Hurmizê û rakirina dorpêça deryayî ya Amerîkayê ya li ser benderên Îranê.
3. Pirsa dewlemendkirina uranyumê: Îran dê ji bo demkê (ku di navbera 12 û 15 salan de ye) dewlemendkirina uranyumê rawestîne. Piştî wê demê jî tenê dikare heta ji sedî 3,67an dewlemend bike.
4. Depoya etomî: Îran dê pêbend be ku dê ti carî li pey çeka etomî neçe. Her wiha dê ti tesîsa wê ya atomî di bin erdê de nebe.
5. Kontrola navneteweyî: Tehran dê bi kontrolkirinê razî bibe. Di nav de kontrolên ji nişka ve yên ji aliyê çavdêrên navneteweyî ve jî hene.
6. Dosyeya uranyuma dewlemendkirî: Yek ji xalên herî hestiyar veguhastina uranyuma dewlemendkirî ya niha ya Îranê ya bo derveyî welêt e (Îhtîmal heye ku ji bo Amerîkayê bê veguhastin).
