Hewlêr (Rûdaw) - Amerîka ji bo mazûvaniya Kupaya Cîhanê ya FIFAyê ya 2026an amadehiyan dike ku dê 11ê Hezîranê dest pê bike.
Di vê demê de nûçeya Hantavîrusê ya ji eyaleta New Jerseyê rayedarên tenduristiyê xistin nava liv û tevgerê.
Beşa Tenduristiyê ya New Jerseyê eşkere kir ku du kes hatine çavdêrîkirin ku tê texmînkirin wan bi rêwiyên keştiya MV Hondiusê re temas kiriye.
Ev keştî li Atlantîka Başûr digere û vîruseke kujer bi xwe re hildigire.
Hat diyarkirin ku her du şêniyên New Jerseyê yên di bin çavdêriyê de ne, dibe ku di dema geştên xwe yên derveyî welêt de bi rêwiyên keştiya MV Hondiusê re temas kiribe ku ev keştî navenda şewba Hantavîrusê ye.
Di keştiya ku 20ê Adarê ji Arjantînê bi rê ketibû de, heta niha 3 kes ji ber vîrusê mirine.
Tîmên tenduristiyê li pey şopa 23 rêwiyan in ku di navbera 22-26ê Nîsanê de ji keştiyê veqetiyane û li seranserî cîhanê belav bûne.
Tê texmînkirin, dibe ku ev her du kesên li New Jerseyê jî parçeyeke vê zincîrê bin û ev yek rayedaran dilgiran dike.
Beşa Tenduristiyê ya New Jerseyê di daxuyaniya xwe ya fermî de destnîşan kir ku heta niha ti nîşaneyên nexweşiyê li ser wan kesên di bin çavdêriyê de ne nehatine dîtin.
Rayedaran anî ziman ku ew rewşê ji nêz ve dişopînin lê niha ji bo tenduristiya gel metirsiyeke mezin nîne û anî ziman:
"Niha ji bo xelkê New Jerseyê rîsk di asteke kêm de ye.
Nîşaneyên Hantavîrusê bi gelemperî di navbera 4 û 42 rojan de derdikevin holê.
Îhtimala ku kesên bê nîşane vîrusê veguhêzin kesên din gelekî kêm e."
