Hewlêr (Rûdaw) - Li seranserî Almanyayê bi hezaran xwendekaran dest ji xwendinê berda û derketin kolanan.
Ev yek wekî nerazîbûnekê li dijî yasaya nû ya xizmeta leşkerî ye ku ew hişyariyê didin dibe ku bibe sedema vegera leşkeriya neçarî.
Xwenîşandanên ku ji aliyê destpêşxeriya "Boykota Dibistanan a li Dijî Leşkeriya Neçarî" ve hatibûn birêxistin, li nêzîkî 130 deverên Almanyayê ku di nav de Berlîn, Hamburg, Bonn û Munîh jî hene bi rê ve çûn.
Rêkxeran roja 8ê Gulanê hilbijartibû ku hevdem e li gel salvegera 81emîn a bidawîhatina Şerê Cîhanê yê Duyem.
Wan di daxuyaniyekê de got:
"Em eşkere dibêjin; careke din na ji bo şer, careke din na ji bo faşîzmê, careke din na ji bo leşkeriya neçarî."
Yasaya nû ya xizmeta leşkerî
Yasaya nû ya xizmeta leşkerî ya Almanyayê ku ji destpêka sala 2026an ve ketiye meriyetê, daxwazê ji xortan dike ku temenê wan dibe 18 sal, formeke zanyariyan tije bikin ji bo nirxandina amadehiya laşî, şiyan û xwesteka wan a ji bo çûyîna nav artêşê.
Her çend niha sîstem li ser bingeha dilxwaziyê be jî, xwendekarên nerazî dibêjin hikûmet dixwaze gav bi gav leşkeriya neçarî vegerîne.
Îsal bi rêya formê, sala bê bi rêya pişkinîna bijîşkî ya neçarî û pişt re jî bi rêya bicihkirina leşkeran.
Berdevkê tevgerê Hannes Kramer ji rojnameya The Guardian a Brîtanî re ragihand:
"Hikûmet û pîşesazî mijûlî amadehiya şer in û li bendê ne ku em ciwan bibin sotemeniya şer.
Pirs ji me nehatiye kirin."
Kramer hişyarî da ku ev gotarên Serokwezîrê Almanyayê Friedrich Merz ku dibêje "eger dilxwazî nebe, em neçar in bi zorê bi cih bînin" gelekî metirsîdar in.
'Perwerde li şûna bombeyan'
Li Berlînê nêzîkî 5 hezar xwendekar û piştgirên wan li ber Deriyê Brandenburgê kom bûn û ber bi navenda sereke ya Partiya Yekîtiya Xiristiyan a Demokrat (CDU) a Serokwezîr Merz ve meşiyan.
Xwendekaran dirûşmên wekî "Perwerde li şûna bombeyan", "Berlîn li şûna eniyên şer" û "Dewlemend şer dixwazin û ciwan jî paşerojê" bilind kiribûn.
