Hewlêr (Rûdaw) - Hindistan ber bi hêzeke aborî û teknolojîk a cîhanî ve diçe lê navek ji sernivîsên medyayê nakeve: Lawrence Bishnoi.
Tevî ku zêdetirî 10 salan e di girtîgehên herî ewle yên Hindistanê de girtî ye, ev zilamê ku toreke tawanan a navneteweyî ya heta Kanada, Amerîka û Rojhilata Navîn bi rê ve dibe, bûye yek ji fîgurên herî razdar ên dîroka sûc a nûjen.
Gelo girtiyek dema li pişt darbestên hesinî ye, çawa dikare fermana sûîqesta siyasetmedarên pilebilind û stêrkên Bollywoodê bide?
Li gundê Dutaranwaliyê yê li ser sînorê Hindistan-Pakistanê, xaniyekî sêqatî yê spî û sor ku bi dîwarên heft piyan bilind, têlên strîdar û çar kamerayên ewlehiyê hatiye dorpêçkirin, bilind dibe.
Ev der xaniyê ku Lawrence Bishnoi lê ji dayîk bûye ye.
Li gundê ku li herêmeke dewlemend a çandiniyê ye, tirsa navê Bishnoi ketiye her kolanê.
Gundî newêrin wêneyê malê bigirin û heta newêrin li ber kamerayan rawestin.
Bishnoiyê 33 salî, berovajî piraniya serokên rêxistinên sûc, ji malbateke xizan nayê.
Lawrence di malbateke dewlemend de ji dayîk bûye û xwediyê bi sedan donim erd e.
Jiyana wî dikaribû wekî efserê Brîtanî yê sedsala 19an Sir Henry Lawrence ê ku navê xwe jê girtiye, bi prestîj bidome.
Lê belê salên zanîngehê yên ku ji bo xwendina hiqûqê çûbû, ew ber bi rêyeke tarî ve bir.
Ji fakulteya hiqûqê ber bi lîsteya terorê ve
Her tişt sala 2010an li Zanîngeha Punjabê ya li Chandigarhê dest pê kir.
Bishnoi dema ku perwerdeya hiqûqê didît wekî Serokê Yekîtiya Xwendekaran hat hilbijartin û tev li bûyerên tundiyê yên li kampusê bû.
Sûcê wî yê ewil şewitandina otomobîla reqîbê xwe bû.
Sala 2014an dema ku polîsan ew dibir dadgehê, koma wî êrişî konvoyê kir û ew revand.
Her çi qasî ducare hatibe girtin û xistibin girtîgehê jî, zindan ji bo wî ne dawî, destpêka navenda operasyonan bû.
Îro Bishnoi fermandariya artêşeke biçûk a ji 700 endaman dike ku li Hindistan, Dubai û Amerîkayê belav bûye.
Sûîqestên mezin: Sidhu Moose Wala û Baba Sidîq
Nav û dengê cîhanî yê Bishnoi sala 2022yan bi kuştina rapbêjê navdar ê cîhanê Sidhu Moose Wala teqiya.
Bishnoiyê ku eşkere kir wî bi xwe fermana kuştina rapbêjê ku li Punjabê dabû ber guleyan daye, ev wekî "tolhildan" pênase kir.
Çiriya Pêşîn a 2024an jî sûîqesta siyasetmedarê pilebilind Baba Sidîq a li Mumbaiyê siyaseta Hindistanê hejand.
